1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. "HETA EM HEBIN EM Ê BERPIRSIYARIYA WÊJEYÊ BI CIH BÎNIN"
"HETA EM HEBIN EM Ê BERPIRSIYARIYA WÊJEYÊ BI CIH BÎNIN","heta,em,hebin,em,ê,berpirsiyariya,wêjeyê,bi,cih,bînin"

"HETA EM HEBIN EM Ê BERPIRSIYARIYA WÊJEYÊ BI CIH BÎNIN"

Koma Helbestê ya Amedê bi rêzebernameyên xwe bajar bi bajar digere û li çand û wêjeya xwe xwedî derdikeve..

A+ A-

Bernameya vê hefteyê bi boneya danasîna berhema helbestkar Firat Keklîk a bi navê Tûrikê Dil, li warê Ehmedê Xanê, li Bazîdê hat lidarxistin.

 

Di çarçoveya plansaziya bernameyê de endamên komê ewilî sûlavên Bêgirî ya Wanê ziyaret kirin û piştre derbasî Bazîdê bûn.

 

Li Bazîdê jî, turbeya Ehmedê Xanê û Qesra Îsheq Paşa hatin ziyaretkirin û piştre bername, bi moderatiya Roza Metîna li Qesra Îsheq Paşa dest pê kir û di çarçoveya pirs û bersivan de nirxandin hatin kirin.

 

Di destpêkê de Roza Metîna, behsa armanca xebatên komê kir û bal kişand ser xwedîlêderketina çand û wêjeyê.

 

Metîna got; Em weke Koma Helbestê ya Amedê, hewl didin xebatên berfirehtir bikin û li her welatî bernameyên cihêreng li dar bixin û li helbestkar û wêjehezên nûjen xwedî derkevin.

 

Metîna, bal kişand ser girîngiya wêjeyê û bi çend mînakan ev balkêşî anî zimên.

 

Li ser pirsên Roza Metîna, helbestkar Firat Keklîk jî xwe ji mêvanan re da nasîn û behsa xebatên xwe kir.

 

Keklîk got; Ez weke ciwanekî kurd, di serî de min ji dîwana Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanê sûd wergirtin û dest bi nivîsandina helbestê kir.

 

Keklîk lê zêde kir got; Di serî de dema min dest bi nivîsandina helbestê kir zêdetir di bin bandora klasîkên kurd de mabûm û di çarçoveya teqlîtî de min helbest dinivîsand, piştre têgihîştim ku ev rêbazeke şaş e û min hewl da bi hest û ramamên xwe derkevim qada wêjeyê.

 

Her wiha helbestkar Keklîk, bal kişand ser xebatên komek ciwanên Agiriyê jî û got; Em weke zimanhez û wêjehezên ciwan ên Agiriyê di nav hewldanekê de ne ku Koma helbestê ya Feqiyê Teyran ava bikin.

 

Herî dawî Keklîk got; Em bi xwe bawer in, em ê heta hetayê berpirsiyariya ziman û wêjeyê bi cih bînin û parazvaniya çanda xwe bikin.

 

Piştî nirxandinan, helbestên "Tûrikê Dil" ên  Firat Keklîk ji aliyê beşdarvanan ve bi şanazî hatin xwendin û piştre ji bo endamên Koma Helbestê ya Amedê pirtûk hatin destnîşankirin.

 

Bername, wekî her caran bi strandina klamên dengbêjî û folklorîk bi dawî bû.

 

Amîda Kurd

 

27/07/2019 Bazîd